Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê 5 welatiyên Kurd revandin

13 October 2020 09:31 0 dîtin
Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê 5 welatiyên Kurd revandin

PeyamaKurd – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên girêdayî Tirkiyê, 4 welatiyên Kurd û keçek ji nahiya Mabeta revandin.

Li gor zanyariyên ji herêmê, koma çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî, bi ser bajarokê Mabeta de girt û 4 mêr û keçek revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Herwiha zanyarî destnîşan dikin, navên kesên hatine revandin wiha ne: Selah Şebo (Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Mabeta), Mihemd Elî Nasan (Rêvebirê Dibistanê), Ramî Îbrahîm, Mîdya Xencer (karmenda hawarhatinê) û Mihemd Sitê (Karmendê Hawarhatinê) ne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, bi hezaran Kurdên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatine revandin.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, sedema revandina welatiyan û ferzkirin û standina pereyan, bi armanca Kurdên Efrînê neçar bibin û koçber bibin e.