Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê 4 welatiyên din revandin
PeyamaKurd – Li Efrînê, çekdarên girêdayî Tirkiyê welatiyan direvînin û dest datînin li ser mal û milkên wan. Dagirkeran bi hincetên cuda, 4 kesên din revandin û 4 kesên ku beriya niha girtibûn, piştî ku pere ji wan girtin û ew berdan.
Li Efrînê, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çekdarên wê bê navber berdewam dikin. Li gor malpera Efrîn Post diyar kir, çekdarên dewleta Tirk, 4 kes bi hincetên cuda ji Efrînê revandine.
Navên kesên ku hatine revandin wiha ne: Hesen Heydo yê 50 salî ji gundê Hec Qasima yê bi ser navçeya Mabata. Ciwan Mihemed yê ji gundê Mist Aşûra yê bi ser navçeya Mabata. Ebdilrehmen Hesen û Kurê wî Rodî Hesen yên ji Yalankozê yê bi ser navçeya Cindirêsê.
Herwiha çekdaran, 4 welatiyên din ku beriya niha ew revandibûn jî di berdêla pereyan de berdan.
Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, tenê di hefteyên destpêkê yên vê mehê de, 70 welatî ji Efrînê hatine revandin. Çekdaran êrîşî ser mala welatiyekî Kurd yê bi navê Azad Ismet Hesen ya li navenda bajarê Efrînê kirin û li pêşiya malbata wî lêdan û heqaret lê kirin.
Hat eşkerekirin, ji ber welatiyê bi navê Azad malbateke çekdaran ku xaniyê wî deteser kiribû ji mala xwe derxist, çekdaran êrîş birin ser malê. Azad Ismet ji gundê Çeqela ê bi ser navçeya Şiyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin