Îstixbarata Tirkiyê Rêveberê Karûbarên Olî yê Efrînê girt

20 February 2022 23:41 0 dîtin
Îstixbarata Tirkiyê Rêveberê Karûbarên Olî yê Efrînê girt

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Tirkiye û çekdaran de ye, îstixbarata Tirkiyê û polîsên leşkerî Rêveberê Karûbarên Olî yên girêdayî rêveberiya wan girtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo eşkere kiriye, roja 17ê Sibatê, îstixbarata Tirkiyê û polîsên leşkerî yên komên çekdar Rêveberê Karûbarên Olî Şêx Yûsif Ebdulezîz girtine.

Hat diyarkirin ku Şêx Yûsif Ebdulezîz li gundê Sêmalka yê girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê hatiye girtin.

Li gorî zanyariyan Ebdulezîz kurxalê Serokê Rêveberiya Encûmena Xwecihî ya Efrînê, Seîd Silêman e. Derbarê sedema girtina wî kesî de ti hurgilî nehatine belavkirin.