Îstixbarata Tirkiyê û komên çekdar li Efrînê 17 Kurd girtin û revandin

30 December 2019 13:48 0 dîtin
Îstixbarata Tirkiyê û komên çekdar li Efrînê 17 Kurd girtin û revandin

PeyamaKurd - Dezgehên ewlekariyê yên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ligel Îstixbarata Tirkiyê 17 welatiyên Kurd ji çend deverên Efrînê girtin û revandin.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, 26ê vê mehê, Asayişa Siyasî ya Efrînê ligel Îstixbareta Tirkiyê (MÎT) Endezyar Welîd Hesen ku xelkê gundê Mamilo ye û karmendê saziyeke encûmena xwecihî ya Efrînê ye revandine.

Roja 29ê mehê jî, 2 endezyar bi navê Hemîd Mûsa û Zekwan Hesen û karmendeke jin bi navê Bangîna ji Efrînê hatine revandin.

Li Nahiyeya Şiyê jî, Grûpa çekdar a bi navê el-Weqas avêtine ser gundê Anqelê û 10 ciwan girtine û daxwaza 10 hezar dolar ji bo azadkirina her yekî ji wan dike.

Li nahiyeya Şera jî, polîsên sivîl, roja 27ê vê mehê, welatî Hisên Nûrî Hidik girtine û roja 29ê mehê diya wî û hevjîna wî jî girtine.