Prensên Erebistanê welîahd Selman naxwazin

21 November 2018 19:14 0 dîtin
Prensên Erebistanê welîahd Selman naxwazin

PeyamaKurd- Kesên ku nêzî qesra Erebistana Si’ûdiyê ne, li der û dorên çapemeniyê hinek xeberan digerînin ku yek ji nûçeyan ew e; prensên Erebistanê naxwazin Muhammed Selman desthilatiya xwe bide dewam kirin.

Tê gotin ku wan prensan niha wê dengê xwe nekin lê dema qral Abdulezîz Selmanê 83 salî wefat bike, wê hêj nû prens bikevin nava tevgerê. Li gor gotinên medyayê dema qral bimre, wê prens bikevin nav tevgerê û di şûna birayê welîahd de, Ahmed Selman deynin şûna wî.

Prens Ahmed Selman gelek salan wezîfa wezîrtiya navxweyî kiriye û ew û welîahdê niha ji heman bav û dêyê ne. Eger Ahmed bixwaze, bi îhtîmaleka mezin Amerîka jî dê piştgiriya wî bike.

Prens Ahmed li Brîtanyayê dimîne lê dema birayê wî di dawa Kaşıkçı de tengav bû, hat hawara birayê xwe.