Welîahd Muhammed Bin Selman diçe seredana Yûnanistan û Fransayê

26 July 2022 22:39 0 dîtin
Welîahd Muhammed Bin Selman diçe seredana Yûnanistan û Fransayê

PeyamaKurd – Piştî kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı ku welîahdê Erebistana Si’ûdiyê Muhammed Bin Selman jê berpirs dihat girtin, cara yekeme wê seredana welatên Yekîtiya Awrûpayê Yûnanistanê û Fransayê bike. Selman wê di hinek sektoran de peymanan îmze bike.

Selman wê serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Miçotakis û serokê Fransayê Emmanuel Macron ziyaret bike. Hat ragihandin ku Selman ber bi Yûnanistanê ve ketiye ser rê.

Wezareta karên derve ya Yûnanistanê bi nivîskî ragihand ku wê hinek peyman di navbera Yûnanistanê û Erebistanê de bên îmzekirin lê behsa hûrahiya peymanan nekir. Li gor ragihandina çapemeniya Yûnanistanê; wê di seha enerjî, leşkerî û tesîskirina kabloyên bin behrê ya doneyan de peryman bên îmzekirin.