Sekreterê NATOyê seredana Sa’ûdî Erebistanê kir
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku cara yekeme sekreterekî NATOyê seredana Sa’ûdî Erebistanê dike. Stoltenberg li Riyadê bi sekreterê giştî yê Konseya Hevkariya Kendavê re bi Casim Muhammed el-Budeyvi re hevdîtin kir. Stoltenberg got:
“Ez bi axaftina bi El-Budeyvi re kêfxweşim. Diyaloga bi hemparan re gelek girînge û em girîngiyê didin hemkariya Konseya Hevkariya Kendavê.”
Do, NATOyê ragihandibû ku wê Stoltenberg di 12-13ê mehê de Riyadê ziyaret bike, bi wezîrê berevaniyê bi Xalid bin Selman û rêvebirên di asta bilind de hevdîtinan bike û li Zankoya Beregiriya Netewî tevlî panelekî bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin