Antony Blinken bi welîehdê Erbesitana Sa’ûdî Prens Muhammed re hevdîtinekî kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, bi welîehdê Erebistana Saûdiyê li Riyadê bi Prens Muhammed Bin Selman re hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de li ser babeta alîkariya mirovî ya ji bo Şerîa Xezzayê û xebatên dîplomasiyê yên herêmê rawestiyan.
Blinken di babetê de ragihandinekî kir û di ragihandina xwe de got:
“Em bi Prens Muhammed bin Selman re li ser zêdekirina alîkariya Xezzayê û gihandina alîkariyê ji bo kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye axifîn. Ji bo şer li herêmê zêde fireh nebe, em ê xebata dîplomasiyê dewam bikin.”
Dibe Blinken piştî Erebistanê here Misir, Qatar, Îsraîlê û Fîlîstînê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin