Erdogan û Macron bi telefonê axifîn
PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re axifî. Li gor ragihandina serokkomariya Tirkiyê axaftin li ser daxwaza Macron çêbûye. Her dû serok li ser mijarên têkiliyên Tirkiye-Yekîtiya Awrûpayê, li ser Rojhilatê Derya Sipî û mijarên herêmê axifîne.
Erdoğan di axaftina xwe de behsa mafên Tirkên li Kibrisê û Yûnanistan çawa wan mafan dixwaze binpê bike û sedema ku Fransa destekê dide wan rawestiyaye. Erdoğan bo çareseriya mijaran behsa pêdiviya diyalog û hevkariyê kiriye.
Erdoğan gotiye ku dixwaze temamê pirsgirêkan li ser masa muzakereyan çareser bibe. Erdoğan xwestiye ku Fransa erênîbe û bi Tirkiyê re daîma di nava îstîşare û dayîn û sitendinan de be. Li ser mijara zîrweya Yekîtiya Awrûpayê Erdoğan xwestiye ku bi erênî tevbigerin, teşwîqa hevkariyê bikin û van tiştan bo çareseriya mijarên herêmê girînge.
Li aliyê dinê li gor ajansa Reutersê wezareta karên derve ya Yûnanistanê biryarê daye ku bo hevdîtinên li ser sînorên deryayî, di nêzde li Îstenbolê hevdîtinên wan bi Tirkiyê re dê bênkirin.
Erdoğan îro bi serokê Konseya Yekîtiya Awrûpa Charles Michel û bi serokwezîra Almanya bi Merkel re di rêya vîdeoyê de konferansekî lidar xistibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin