Erdogan û serokwezîrê Îspanyayê Sanchez bi telefonê axifîn
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokwezîrê Îspanyayê Sanchez di rêya telefonê de bi hevre axifîn.
Babetên axaftina wan êrîşên Îsraîlê yên ser Fîlîstînê, gihandina alîkariya daîmî ji bo Xezzayê û agirbesê û aştiya mayînde ya navbera Îsraîlê û Fîlîstînê bûn.
Erdoğan, tewrê Îspanyayê yê di derbarê êrîşên Îsraîlê yên ser Fîlîstînê û naskirina Fîlîstînê berz nirxand. Erdoğan ragihand ku ew bi Îspanya re dikare garantoriyan bigre ser xwe û bi Îspanya re bixebite.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin