Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez li Bexdayê ye

28 December 2023 12:58 0 dîtin
Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez li Bexdayê ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez bi serdaneke fermî çû Iraqê.

Îro Serokwezîrê Iraqê Pedro Sanchez li Koşka Hikûmetê ya li paytexta Iraqê Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Piştre, Pedro Sanchez û Shiya Sudani hevdîtineke taybet kirin.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Sûdanî de wiha hat gotin: "Her du serok wê li ser têkiliyên dualî, hevahengiya li ser kêşeyên herêmî û navneteweyî û mijarên berjewendiya hevpar bicivin."

Her li vê hevdîtinê de derfeta şirîkatî û hevkariya navbera Madrîd û Bexdayê bi taybetî di warên aborî û sermayerazandinê de hate gotûbêjkirin.

Her du serok wê beşdarî civîneke ji bo xwediyên karsaz û kompaniyên Iraqî û Îspanî jî bibin.

Iraq û Îspanya ji sala 1946an ve têkiliyên dîplomatîk danîne. Di sala 1955an de li Bexdayê sefaretxaneya Îspanyayê hat avakirin. Ji sala 2015ê ve, li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, Îspanya bûye endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka û piştevaniya hêzên çekdar ên Iraqê dike.

Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxevan Ebdullah di civîna sala borî ya ligel Balyozê Îspanyayê li Iraqê Pedro Martinez de ragihandibû, armanca Bexdayê ji bo zêdekirina pêwendiyên dualî û hevkariya hevbeş ligel Madrîdê di warên çandî û aborî de heye.