Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez, bi Katalanan re hevdîtinan da destpêkirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, piştî bo 9 siyasetmedarên Katalanyayê efûyeka qismî derxist, bi serokê hukumeta otonom ya Katalanyayê bi Pere Aragones re hevdîtin kir. Sanchez, li koşka serokwezîrtiyê li Moncloayê bi Aragones re 2,5 hevdîtin kir.
Sanchez ragihand ku bi Katalanên cudaxwaz re bo normalîzebûnê gelkî wext pêwiste. Serokê hukumeta otonom Aragones daxwaza referandûma fermî û efûkirina girtiyên Katalan yên serpereştên referandûna sala 2017 an dubare kir.
Pere Aragones got ku di hevdîtina bi Sanchez re di ya ewilî de, di navbera daxwazên wan de ferqên gelkî mezin hene. Aragones, ragihand ku ji her dû hukumetan delegasyon dê di meha êlûnê de bicivin û li ser vê yekê lihev kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin