Erdogan bi Serokwezîrê Îspanyayê re axivî

28 May 2024 08:44 0 dîtin
Erdogan bi Serokwezîrê Îspanyayê re axivî

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez re di axaftina xwe ya telefonê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê nirxand.

Li gor daxuyaniya doh ya Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez re bi telefonê axivî.

Di axaftinê de têkiliyên dualî, mijarên herêmî û cîhanî û êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê hatin gotûbêjkirin.

Di axaftinê de Erdogan diyar kir ku divê di zûtirîn demê de êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê bên rawestandin û Îsraîl mecbûr bimîne ku hiqûqa navneteweyî bi cih bîne.

Serokomarê Tirkiyê her wiha pêzanînên xwe ji bo biryara Spanyayê ya naskirina Filistînê wek dewlet nîşan da û got ku ew di wê baweriyê de ye ku ev pêngav hem wê avakirina aştî û dadperweriyê li herêmê û hem jî hewlên çareseriya du dewletî xurtir bike.