Macron Colanî pîroz kir û ew vexwend Fransayê
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera (Colanî) re bi telefonê axivî. Macron ji ber destbikarbûna Ehmed Şera ya serokomariyê pîroz kir û Şera vexwend Fransayê.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokomarê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera re axivî.
Macron ji ber ku Şera dest bi serokatiyê kir pîroz kir û Şara vexwend Fransayê.
Di hevdîtinê de cezayên ku li ser Sûriyê hatine sepandin jî hatin gotûbêjkirin û Macron di derbarê rakirina dorpêçan de nêrîneke erênî nîşan da.
Macron herwiha piştgiriya xwe ya ji bo Sûriyê di heyama veguhêz de nîşan da û Ehmed Şera jî ji ber ramanên wî spasiya Macron kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin