Le Drian li ser navê Macron, Mesrur Barzanî vexwend Fransayê
PeyamaKurd – Piştî civîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian re hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Fransayê bi navê Serokê Fransa Emmanuel Macron, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwend Fransayê.
Ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê hûrgiliyên civîna di navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian de, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî amade bû, rewşa Iraq û navçeyê û girîngîpêdana bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de hatin guftûgokirin."
Wezîrê Derve yê Fransayê got: “Hatime ji bo piştgîriya welatê xwe ji Herêma Kurdistanê re dupat bikim, bi taybet di van rojên dijwar de… Fransa ji hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji îro ve pisporên Fransayê amade ne ji bo hevkariyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bikin, di warê çandiniyê û derbaskirina qeyrana aborî de.”
Wezîrê Derve yê Fransayê herwiha bi navê Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwend Parîsê ku di demeke guncaw de serdana Fransayê bike.

Serokwezîr Mesûr Barzanî, spasiya rola dîrokî ya Fransayê di piştevaniya gelê Kurdistanê de kir.
Piştre jî Serokwezîr û Cîgirê Serokê Hikûmetê ronî xistin ser derencamên guftûgoyên bi Hikûmeta Federalî û hewlên çareserkirina wan pirsgirêkan.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser ku civaka navdewletî û bi taybet Fransa dikare rola xwe ya erênî di nêzîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de bigire, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê û got: “Me daxwaza ti tiştekî li dijî destûra Iraqê nekiriye û her tiştekî jî red dikin, heger ji mafên me yên destûrî kêmtir be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin