Nêçîrvan Barzanî li Koska Elysee ji aliyê Macron û hevjîna wî Brigitte ve hate pêswazîkirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku li ser vexwandina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, beşdarî merasîma vekirina Lîstikên Olîmpiyadê yên Parîs 2024an dibe, îro li Koşka Elysee ji aliyê Macron û hevjîna wî Brigitte Macron ve hate pêşwazîkirin.
Îro 26ê Tîrmehê êvarê li Parîsa paytexta Fransayê merasîma destpêka 33yemîn Olîmpiyadên Havînê yên Parîs 2024 tê lidarxistin.
Lîstikên Olîmpiyadê piştî 100 salan li Parîsê têne lidarxistin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku Nêçîrvan Barzanî îro danê êvarê bi serkirdeyên cîhanê re li Koşka Elyseeyê ya Fransa beşdarî merasîma vekirina lîstikên olîmpiyadê dibe.
Tê çaverêkirin, herî kêm 120 şah, serok û serokwezîrên welatan beşdarî merasîmê bibin.
Di dîroka olîmpiyadê da cara ewil merasîma vekirinê wê li dervayî stadyûman li qiraxa çemê Seine ku di navenda Parîsê re derbas dibe bê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin