Koska Elysee eskere kir: Macron li Parîsê pêswaziya Nêçîrvan Barzanî dike
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron Parîsê dicivin.
Li gorî daxuyaniya Koşka Elysee, Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê sibe Înê li Koşka Elyseeyê ya Parîsê di demjimêr 13:00 de, pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwiandina Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêk tê û tê çaverêkirin ku Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj bikin.
Hate diyarkirin ku di civînê de dê hevkariya her du aliyan û rewşa Îraq û herêmê bi giştî bê gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê ye, pêwendiyên Parîs û Hewlêrê dîrokî ne û gelek caran Serokê Herêma Kurdistanê diçe Fransayê û bi Serokê Fransayê re dicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin