Ji Kremlîn û Koska Elysee daxuyanî: Macron û Pûtîn li ser rêya çareseriyê li hev kir
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, îro Yekşemê 20ê Sibata 2022yan di çarçoveya alozî û krîza Ûkraynayê de pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Piştî pêwendiya Macron û Pûtîn Koşka Elysee ragihand ku her du serokan di peydekirina çareseriyeke dîplomatîk a krîza Ûkrayna-Rûsyayê de li hev kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê wezîrên derve yên Rûsya û Fransayê jî di çend rojên bê de werin ba hev û ji bo avakirina sîstemeke nû ya ewlehiyê li Ewropayê ligel Rûsya, Ûkrayna û hevpeymanan li ser civandina lutkeyeke bilind bixebitin.
Koşka Kremlîn a Rûsyayê jî Ûkrayna bi provokasyonên li Donbassê tawanbar kir û diyar kir ji bo lihevkirina ser agirbesta li wan herêmên temasê pêşveçûn çêbûye.
Kremlînê daye xuyakirin ku Vladimir Putin, di pêwendiya ligel Macron de daxwaza cidî girtina garantiyên ewlekariyê ji Amerîka û NATOyê kiriye û pêwîstiya bersivdana wan daxwazan aniye ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin