Macron li Koska Elysee pêswaziya Serok Nêçîrvan Barzanî kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Fransa Parîsê û li Koşka Elysee ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.
Hat ragihandin ku civîna şanda Herêma Kurdistanê bi Seroktiya Nêçîrvan Barzanî ligel Emmanuel Macron li Koşka Elysee dest pê kiriye û dê civîn saetek bidome.
Nivîsgeha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandibû ku roja çarşemê 10ê Tîrmeha 2019an bi serdaneke fermî li Koşka Elysee ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron dicivin.
Tê çaverêkirin di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron peywendiyên Fransa-Herêma Kurdistanê û Iraqê, rewşa herêmê û çend mijarên din gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin