Nêçîrvan Barzanî: Li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Serok Macron dikim

29 August 2021 22:44 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Serok Macron dikim

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron, piştî civîna ligel her sê serokatiyên Kurdistanê, Hikûmet, Parlemento û Serokatiya Herêma Kurdistanê derketin pêş rojnamevanan. Macron piştgirî û hevsoziya Fransayê ji bo Kurdistanê dubare kir û got.  “Dixwazim we ji vefaya Fransayê ya ji bo we û dostên xwe, bi giştî ji bo Kurdan piştrast bikim.”

Macron îro Yekşemê 29ê Tebaxa 2021ê piştî ji serdana Mûsilê vegeriya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ve hat pêşwazîkirin û piştre ligel hev civiyan.

Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron piştî civînê civîneke rojnamevanî li dar xistin.

Nêçîrvan Barzanî di civîna rojnamevanî de li ser navê gelê Kurdistanê spasiya piştevaniyên Fransayê û serokê wê kir û got: “Gelek spasiya helwest û rola serok Macron dikim di çareserkirina aloziyên payîza 2017 ên li gel Bexdayê de”. Macron jî got: “Dixwazim we piştrast bikim ji vefaya Fransayê, ji bo we û dostên xwe, bi giştî ji bo Kurdan.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand, di civînê de wan li ser hejmarek mijaran axiviye û diyar kir, çavê me li piştevaniya Fransayê ye.

Serokê Fransayê jî ragihand, “Em piştevaniya gelê Kurd dikin di şerê dijî terorê de” û tekezî li ser hevsoziya Fransa ya bo gelê Kurdistanê kir.

Serokê Fransayê bal kişand ser vehewandina koçber û awareyan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve û ew wek “karekî camêrane” bi nav kir û got, “Em dixwazin atmosferekê çêbikin daku koçber vegerin cih û warên xwe.”