Nêçîrvan Barzanî: Kîmyabarana Helebce nikare îradeya azadiya gelê Kurdistanê biskîne
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 35emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê ya rejîma Beisê peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, kîmyabarana Helebce nikare îradeya azadiya gelê Kurdistanê bişkîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 35emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê ya rejîma Beisê peyamek belav kir.
“Kîmyabarana Helebce ji bo sûcdaran şerm û rûreşî ye. Li cîhanê nasname û şahidê zilma li ser gelê Kurdistanê ye.” Nêçîrvan Barzanî got, “Em di 35emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de bi rêzdarî şehîdên xwe bi bîr tînin. Em silavên xwe ji malbatên wan re dişînin û ji giyanê wan re silav dikin."
Serokê Herêma Kurdistanê got, "Di nava çend deqeyan de 5 hezar mirovên bêguneh, xweza û her tişt bûn qurbanî, bi hezaran kes birîndar kirin, şandin sirgûnê, lê nekarîbûn îradeya azadiya gelê Kurdistanê bişkînin."
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got:
“Gelê Kurdistanê bi bîranîna vê karesatê re wê qurbaniyên azadiyê bi bîr bîne. Herwiha wê berpirsyariyeke exlaqî û mirovî li ser cîhan û mirovahiyê ferz bike ku hemû hewlên xwe bidin ji bo ku sûcên bi vî rengî li tu cihî dubare nebin.
Bi vê helkeftê em spasiya Hikûmeta Federal a Iraqê û hemû aliyên pêwendîdar li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku kar û xebatên ji bo pêkanîna parêzgeha Helebce bi dawî anîne. Em tekez dikin ku Helebce û xelkê wê di her warî de pêwîstiya zêdetir bi xizmetguzariyan heye. Li gorî ku ji aliyê dadgeh û qanûnê ve hatiye diyarkirin divê bê dereng tazmînatê bidin wan.
Dema em vê karesatê û qurbaniyên wê bi bîr tînin, em hêviya paşerojeke baştir ji nifşên xwe yên paşerojê re dikin.
Em ê bi parastina destkeftî, mafên destûrî û statuya federalî ya Herêma Kurdistanê xebatên xwe yên ji bo yekîtî û yekrêziyê bidomînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin