Nêçîrvan Barzanî ji bo 36emîn salvegera kîmyabarana Xosnawetî peyamek belav kir

16 April 2023 12:38 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî ji bo 36emîn salvegera kîmyabarana Xosnawetî peyamek belav kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser salvegera 36emîn kîmyabarana devera Xoşnawetî peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de ragihand: “Bi vê boneyê em tekezî li ser girîngiya zêdetir girîngîpêdan û xizmetkirina baştir ji herêmê û xelkê wê yê niştimanperwer di hemû waran de dikin. Silav li giyanê pak ê şehîdan be û bîranîna wan her dem bi xêr be.”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Îro 16ê Nîsanê em 36 saliya tawaneke din ya ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hat encamdan, bi bîr tînin, ku bû destpêka tawanên hovane yên êrîşên kîmyayî li ser welatiyên sivîl ên Kurdistanê, ew jî tawana êrîşa kîmyayî ya li ser gel, xak û xwezaya ciwan a Balîsan, Şêx Wasenan û Geliyê Xoşnawetî ye.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Em şehîdên nemir ên vê tawanê bi rêzdarî bi bîr tînin û serê xwe li ber giyanê wan ditewînin. Silav û rêz bo berketî û qurbaniyên vê karesatê dişînin ku rejîmê rê neda ew bêne dermankirin jî ku neçar man bi malbatên xwe re êş û azarên mezin bikişînin.

Balîsan, Şêx Wasenan û Geliyê Xoşnawetî bi giştî, her tim navenda têkoşîn û berxwedana li hember zilm û zordariya rejîmê bûne û bûne pêgeh û şûna hewandin û piştevaniya Pêşmerge û şoreşên Kurdistanê, ji ber wê wek gelek carên din, di bihara sala 1987’an de dîsa rastî êrîşa reş û kîmyayî ya rejîmê hatin.”