Serok Barzanî bo salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 33yemîn salvegera kîmyabarana Helebceyê, peyamek belav kir û diyar kir, hîn deng û hizra şovenîstî li Iraqê serdest e.
Serok Barzanî, îro li ser twitterê peyamek belav kir û da zanîn: ‘‘Cîhê şermeke mezin e piştî tawana kîmyabarana Helebce û ew jenosîda li dijî xelkê Kurdistanê pêk hatiye, hîn deng û hizra şovenîstî li Iraqê serdest e û dijatiya mafên gelê Kurdistanê tê kirin.’’
Îro 33 sal li ser kîmyabarana Helebce re derbas dibe, ku ji aliyê rejîma Beis ve pêk hat û ji ber wê jî 5 hezar hemwelatiyên bajar şehîd bûn û bi hezaran kesên din birîndar bûn, bi sedan kes jî belav bûn û ji malbatên xwe qut bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin