Serokwezîr Barzanî di salvegera Helebceyê da daxuyanîyek da

16 March 2019 18:59 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî di salvegera Helebceyê da daxuyanîyek da

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera 31emîn kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û qurbanîyên Helebceyê bibîr anîn.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Facebookê di 31emîn salvegera kîmyabarankirina Helebcê de peyamek belav kir û got, Em îro wan sivîlan bibîr tînin ku di êrişa kîmyayî ya hovane ya rêjîma Sedam Hisên ya sala 1988an de bûne qurbanî.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamîya peyama xwe da ev tişt gotin: “ Bila ev roj bibe wesîleya wê yekê ku êdî ti jenosîdek din li dijî gelê me û gelên din neyê kirin, li her derî û di bin navê nijadperestîyê, ayîn û îdeolojîyeka siyasî de.”