Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser navê Kurdistanê Charles ê 3em pîroz kirin

06 May 2023 22:22 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser navê Kurdistanê Charles ê 3em pîroz kirin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema ku qralê Îngîltere Charlesê 3 em tacê da serê xwe, li ser navê xelkê Kurdistanê qral Charlesê 3em pîroz kir. Charles tacê li dêra Westminster Abbeyê danîbû serê xwe. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Ez qral Charlesê 3 em, li ser navê xelkê Kurdistanê ji dil û can pîroz dikim. Ez bawerim wê têkiliyên navbera Kurdistan, Iraq û Qraliyeta Yekgirtî, di wexta desthilatiya we de jî, xwurtbûna xwe dewam bike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi sedema danîna sertaca qralê Îngîltere Charlesê 3 em, peyamekî pîrozbahiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de belav kir. Barzanî di peyama xwe de got ku ew Îngîlterê hevpar û dost dibînin û wisa jî dewam dikin. Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“Ez qral Charles III. û qralîçe Camillayê pîroz dikim. Di dewra hukumdariya we de em bende ne ku têkiliyên me bêhtir xwurt bibin. Qraliyeta Yekgirtî dîroka me fêm dike û hem di arîşeyên me de, me destek kiriye, hevkarekî û dosteki baweriyê ye û em wisa dewam dikin.”