Nêçîrvan Barzanî: Enfal, qurbanîdana gelê Kurdistanê ye
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera bibîranîna 35an a komkujiya Enfalê de peyamek arasteyî gelê Kurdistanê kir û diyar kir ku Enfal, kîmyebaran û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye.
Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de bal kişand ser jenosîda Enfalê û wekî tawana dijmirovî pênase kir û peyama xwe ya di derbarê vê tawanbariya dîrokî de wiha got,
“Îro, di bibîranîna 35 saliya tawanên Enfalê de ku rejîma berê ya Iraqê di sala 1988an de li dijî xelk û axa Kurdistanê encam da, em bi rêz û hurmet zêdetir ji 182 hezar şehîdên Enfalê bi bîr tînin û em bejina xwe li hember canên wan ên pak ditewînin û silav li malbat û kes û karên wan ên serbilind bin.
Bi vê helmetê, em dubare dikin ku divê Hikûmeta Iraqê kes û karên enfalkiriyan, di hemû waran de qerebû bike û biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ku Enfal wekî jenosîd, tawana dijî mirovatiyê û tawana cengê nas kiriye, cî bi cî bike. Li Herêma Kurdistanê jî divê baştir xizmeta wan bê kirin û zêdetir girîngî pê bê dayîn.
Statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê, berhema xebat û têkoşîn û bi sedan hezaran şehîdên tawanên hovane yên wekî; Enfal, kîmyabaran û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye. Her di vê bîranînê de bi yekrêzî, biratî û karên hevbeş ji bo parastina destkeftî û mafên xwe hurmetê li can û yada şehîdan bigirîn.
Her wiha divê em hemû hewilên xwe bidin ji bo ku Enfal di qada navneteweyî de zêdetir wekî jenosîd bê naskirin û li tu cihekî cîhanê tawaneke wisa dubare nebe. Silav li ser giyanê şehîdan be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin