Daxuyaniya hilbijartinên pêswext ji Ozgur Ozel!
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di axaftina xwe ya li Edeneyê de diyar kir ku ger hikûmet xeletiyên xwe yên aborî dubare bike wê deriyên hilbijartina pêşwext vebe.
Ozel got, "Di rojekê de çi zû bê kirin, em ê bi ser bikevin. Em partiya yekem in, em dixwazin desthilatdariyê bi dest bixin. Em dixwazin di hilbijartina yekemîn de ku dema gelê me bixwaze were kirin. Ji bo hilbijartinên pêşwext her dem amade ne."
"Em dixwazin di hilbijartina yekem de bibin desthilatdar"
Ozelê ku li Edeneyê jî bersiv da pirsên çapemeniyê, derbarê hilbijartinên pêşwext de peyamên girîng da.
Ozel diyar kir ku ger polîtîkayên hikûmetê yên ku gel dikişîne nava xizaniyê bidome wê deriyê hilbijartinên pêşwext vebe û got.
"Di rojekê de, çi zû were kirin, em ê bi ser bikevin. Eger ev krîza aborî berdewam bike, hilbijartinên pêşwext wê di rojeva gelê me de be. Em partiya yekem in, em dixwazin desthilatdariyê bi dest bixin. Em dixwazin bibin desthilatdar. Di hilbijartina yekem de dema ku gelê me bixwaze em ji bo hilbijartinên pêşwext amade ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin