Ozgur Ozel li ser daxuyaniya DEM Partiyê got: Lesker veguheztin serm e
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di axaftina xwe ya li navenda giştî ya partiya xwe de balê kêşa ser angaştên DEM Partiyê yên "hilbijêrên veguhastî" ku ji deverên din anîne û deng bi wan hatine dayîn.
Ozel destnîşan kir ku weke qeyûm danîna ser şaredariyan, ev înîsiyatîfa veguhestina hilbijêran jî rêbazeke xerab e û got: " Kesên ku qet li bajarekî nejiyane û belkî jî wê qet nejîn veguhestine wî bajarî û bi wan deng dane avêtin. Ev şerm e. Partiyê wek dewlet û dewletê jî wek partî dîtin şermeke demokrasiyê yea.”
Ozel di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Personelên hêzên çekdar, wek kesayet ne berpirsên vê rewşa şermê ne, lê belê em dizanin ku di yasa û destûrê de diyar e; divê kesên ku li bajarekî deng bide divê li wî bajarî bijî û ew mafê wan bê parastin."
"Kî biryar û fermanê dabe ku hêzên çekdar ji bo vê armancê bêne bi karanîn, xirabiyê li aştiya civakî ya vî welatî kiriye û ev yek nayê efûkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin