Ji Kiliçdaroglu daxuyaniya hilbijartinên pêswext û Rapora Pirsgirêka Kurdî

29 July 2019 11:33 0 dîtin
Ji Kiliçdaroglu daxuyaniya hilbijartinên pêswext û Rapora Pirsgirêka Kurdî

PeyamaKurd – Serokê CHPê CHP Kemal Kiliçdaroglu, di dema komxebata Şaredarên CHPyî de pirsên rojnamevanan bersivandin. Kiliçdaroglu diyar kir ku ew dê bangewaziya hilbijartinên pêşwext nekin û got, “Di rewşeke wiha de em lidarxistina hilbijartinê rast nabînin”.

Kiliçdaroglu derbarê nîqaşên hilbijartinên pêşwext û pergala birêveberiyê de jî got, “em wekî CHP dê banga hilbijartinên pêşwext nekin. Em hemû dibînin ku Tirkiyê di qeyraneke aboriyê re derbas dibe. Di rewşeke wiha de em lidarxistina hilbijartinekê rast nabînin”.

Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got, “Desthilata siyasî dibêje em dê vê pirsê çareser bikin. Divê em mohletê bidin wan. Ya rastî ev 17 sal in ku welêt birêve dibin û wan wealat xist vî halî de. Em binerin bê wê bikaribin ji vî halî derxin yan na? Divê hevwelatî vêya bibînin.”

‘RAPORTA PIRSGIRÊKA KURDÎ’

Kiliçdaroglu derbarê raporta pirsgirêka kurdî de jî got, “Sê-çar sal berê jî me bi navê ‘22 Pirs û 22 Bersiv’  amade kiribû. Dîsa li gorî pêşhatên pêşî em dixwazin ‘22 Pirs û 22 Bersiv’ên xwe revîze bikin. Di vê barê de em dixebitin.”

Ji aliyê din ve rexne li CHPyê tên girtin ku derbarê pirsa kurdî de raportan amade dike û lê ev raport nabin rojev.

Li ser vê rexneyê Cîgirê Serokê CHPê Unal Çevikoz jî gotibû CHPê her tim vî warî xwedî fikir bû û raport amade kirine lê desthilata siyasî ew cidî negirtine û nexistine rojeva xwe lê di vî warî de xebat û raportên wan dê berdewam bin.