Serokwezîr: Ez pêswazî li daxuyaniya hevbesên Iraqê ya li ser hilbijartinên pêswext dikim

07 October 2021 10:00 0 dîtin
Serokwezîr: Ez pêswazî li daxuyaniya hevbesên Iraqê ya li ser hilbijartinên pêswext dikim

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do peyamek belav kir û tê de diyar kir: “Ez pêşwazî li daxuyaniya hevbeşên navdewletî yên Iraqê ya li ser hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dikim ji bo piştevaniya wan a li ser birêveçûna hilbijartineke pak û paqij.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ez pêşwazî li daxuyaniya îro ya hevbeşên Iraqê dikim li ser hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê.

Herwiha bi germî pêşwazî li dost û hevbeşên me yên navdewletî dikim ji bo hêsankarîkirina birêveçûna hilbijartineke azad û dadperwerane û pêbawer, bi taybetî şandina çavdêrên navdewletî bi rêya nûnerê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo alîkariya Iraqê (UNAMI) û Yekîtiya Ewropayê û aliyên din.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast dike ku azadiya geriyan û hatûçûna tîma çavdêriyê ya navdewletî dabîn dike û wan han dide ku li deverên cuda cuda yên Iraqê, çavdêriya proseya hilbijartinan bikin, di nav wan de jî li deverên cihê nakokiyê. Ev piştevanî jî gelek girîng e ji bo birêveçûna hilbijartineke pak û paqij.

Girîng e ku namzed, bêyî tirs û dûrî tundî û bizdandin, bi awayekî azad kampanya bimeşînin, da ku hilbijartin, encameke demokratîk a rasteqîn ji bo hemû Iraqiyan û dostên Iraqê yên di nava civaka navdewletî de jê derkeve.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku piştî hilbijartinan, tîma çavdêrî ya navdewletî û hevbeşên me, raspardeya pêwîst ji bo bihêzkirina proseya hilbijartinan li seranserê Iraqê pêşkêş bikin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

6ê Cotmeha 2021ê