Tirkiye | Ji AKPê daxuyaniya hilbijartinên pêswext

27 March 2022 18:18 0 dîtin
Tirkiye | Ji AKPê daxuyaniya hilbijartinên pêswext

PeyamaKurd - Parlamentera AKPê ya bajarê Edîrne yê Tirkiyê Fatma Aksal di daxuyaniyeke xwe de sînyala hilbijartina pêşwext da ku di rewşa asayî de divê hilbijartinên seroktî û parlementoya Tirkiyê di meha Hezîrana 2023yan de pêk werin.

Parlamentera AKPê ya Edîrneyê Fatma Aksal îro 27ê Adarê di bernameyeke perwerdê ya Edîrneyê de behsa girîngiya hilbijartina sala 2023yan ji bo partiya xwe kir û got: "Armanca me hemûyan ew e ku di sala 2023yan de careke din serokomarê me, bê hilbijartin.”

Fatma Aksal herwiha diyar kir: “Ez behsa hilbijartina pêşwext nakim. Dibe hilbijartina pêşwext jî bibe. Ji xwe ti derdekî me yê wek hilbijartinê nîne. Berbijêrê me diyar e û kar û xebatên me berdewam in.”

Hêjayî gotinê ye, ev demeke Ofîsa Kelûpelên Dewletê (DMO) ya Tirkiyê, ji bo dabînkirina pêdivî û alavên bo hilbijartinê li ser daxwaza Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê amadekariyan dike ku di medyayê de dayîna wan îhaleyên kelûpelên hilbijartinê cî digire.

Herwiha ji bo îhaleyan jî 60 roj hatiye diyarkirin ku partiyên opozîsyona Tirkiyê vê wekî xebata li ser hilbijartineke ji nişka ve dinirxînin ku tê xwestin, bêyî opozisyon xwe amade bike hilbijartin werin pêkanîn.