Li Parlamentoya Kurdistanê civînên gera duyem a salê dest pê dikin

27 February 2020 21:03 0 dîtin
Li Parlamentoya Kurdistanê civînên gera duyem a salê dest pê dikin

PeyamaKurd – Parlamentoya Herêma Kurdistanê, bernameya xwe ya bo gera duyem a salê ragihand û 1ê Adarê roja Yekşemê dest bi civînên gera duyem a salê dike.

Desteya Serokatîya Perlamentoya Kurdistanê bernameya karên rûniştina xwe ya vekirina gera sala duyem a gera pêncem a hilbijartina parlamenê ji bo roja Yekşema (1/3/2020)  ragihand.

Li gorî bernameya karên rûniştinê ku Parlamena Kurdistanê belav kiriye, wê xwendina duyem li ser proje yasaya berengarbûna bi qaçaxbirina petrolê û lêwergirtîyan li Herêma Kurdistan- Iraqê bê kirin.