Seroka Parlamentoya Kurdistanê salvegera damezrandina PDKê pîroz kir
PeyamaKurd – Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq, ji bo 75emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyamek arasteyî Serok Barzanî, Polîtburoya PDKê û Encûmena Serkirdatiya PDKê kir.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq di peyama xwe de diyar kir: “Bi boneya 75emîn a salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, ciwantirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî cenabê we û tevahiya endam û alîgirên PDKê dikim, hêviya berdewamiyê di xebata siyasî û têkoşînê de ji we re dixwazim ji bo gihîştina bi armancên meteweyî û niştimanî û bidestxistina tevahiya xwastek û daxwazên rewa yên Kurdistaniyan bi giştî.”
Di beşeke din a peyamê de hat destnîşankirin: “Niha Herêma me rûbirûyî çendîn pirsên mezin ên siyasî, ewlehî, aborî, civakî û tendirustî dibe, ev hemû jî ji me dixwaz dike ku nakokiyên siyasî û berjewendiyên partîtî û pirsgirêkên navxweyî bidin aliyekî û hevtêgihîştina hevbeş bikin wek bingehek ji bo yekxistina dozên niştimanî û parastina serwerî û berjewendiyên bilind ên miletê me û parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê, bi arasteya bidestxistina daxwazên gelê Kurdistanê li ser tevahiya astan û hemû warên cuda de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin