Serok Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê pêswazî kir
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û şanda ligel wê pêşwazî kir. Hat ragihandin ku di hevdîtina hatiye kirin de li ser destûra Herêma Kurdistanê û mijarên siyasî yên herêmê nirxandin hatine kirin.
Hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî, di hevdîtina ku ligel Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq de kiriye de li ser babeta nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê axiviye.
Di dewama agahiyên hatin parvekirin de hat gotin ku
“Cenabê Serok Barzanî, piştgiriya xwe ji bo Parlamentoya Kurdistanê û her hewleke binesazî û dirustkirina yekrêziya ji bo nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê ragihandiye ku ji aliyê sazî û dameziraweyên bilind ên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî, berê çawa be,wekî çawa berê jî heman helwesta xwe hebûye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin