Serok Barzanî li ser mafên pêkhateyên Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir

10 December 2023 19:41 0 dîtin
Serok Barzanî li ser mafên pêkhateyên Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser gengeşiyên "Sîstema kotayê" ku bi nêzîkbûyîna hilbijartinan re ketiye rojevê ragihand ku "Pêkhateyên Kurdistanê parçeyên binirx û girîng ên civaka Kurdistanê ne û nabe ku mafên wan bi qurbanakirina berjewendiyên ne mafdar û siyasî re bê tevlihevkirin"

Di 25ê Sibat a 2024an de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tên kirin û bi nêzîkbûyîna wan hilbijartinan re garantîkirina mafên pêkhateyan li ser "sîstema kotayê" gengeşî tên kirin. 

Patiya Yekitiya Niştimanî serî li Dadgeha Federal dabû ku "sîstema kotayê" bê betal kirin. 

 Li ser mijarê Serok Barzanî jî peyamekî belav kir û daxuyand ku "Sîstema kotayê mafên bingehîn (jîndeyî) ê pêkhateyan eleqeder dike de biryar dayîna li ser wan mafan jî yê wan bixwe ye. Divê wekî din hewla diyarkirina çarçove û teşedayînan neyê dayîn."

 

Daxuyaniya ku ji ofîsa Serok Mesûd Barzanî hat belav kirin de wiha hatiye gotin. 

"Li ser mekanîzmaya parvekirina kurdsiyên Parlamentoya Kurdistanê di hilbijartinan de û mafên pêkhateyan bîr û boçûnên Serok Barzanî wiha ne: 

"Divê pêkhate bixwe li ser mafên xwe yên jîndeyî û bingehîn birya bidin û divê wekî din bi tu awayî ji wan re çarçove û teşedayîn neyên diyar kirin. Pêkhateyên Kurdistanê beşeke binirx û girîng ên civaka Kurdistanê ne û divê bi hîç berjewendiyên siyasî û neheq re neyê têkilkirin."

 

Li Parlamnetoya Kurdistanê ji 111 kursiyan 11 kursî ji bo pêkhateyan hatine terxankirin. Ji wan kursiyan jî 5 ji wan bo Tirkmenan, 5 ji wan bo Krîstyanan û 1 ji wan jî ji bo Ermenan hatine diyar kirin.