Parlamentoya Kurdistanê ji bo salvegera Komkujiya Sengalê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê ji bo salvegera komkujiya Êzidiyan û dagîrkirina Şengalê ji aliyê DAIŞê ve, peyamek belav kir û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir, da ku erkê xwe yê yasayî û exlaqî li hember wê cibicî bike.
Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Roja 3ê Tebaxa 2014an, rojeje karesatbar û xemgîn e di dîroka xelkê Kurdistanê de, di wê rojê terorîstên DAIŞê li ber çavê hemû cîhanê êrîşeke dirinde bi ser qezaya Şengalê û keç û jinên Kurdên Êzidî revandin û peya û ciwan jî bi xweşî binax kirin.”
Herwiha hat eşkerekirin: “Di dema ku wê roja reş bi bîr tînin, pêwîst e spasiya xweragirî û canfîdayîya Pêşmergeyên Kurdistanê yê qehreman û hevkariya welatên dost bikin ku rê neda tarîperestên DAIŞê zêdetir bi pêş ve bên û bikevin nava kûrahiya xaka Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên Kurdistan û navçeyê jî ji êrîşa reş a teroristan parast û efsaneya DAIŞê şikand.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina roja 3ê Tebaxa 2019an de, roja 3ê Tebaxa 2014an wek roja Komkujiya Êzidiyan diyar kir, ji bo ji aliyê yasayî ve zemînesazî bê kirin ji bo xelkê Şengalê û qurbaniyên wê tawana dirinde bêne qerebûkirin. Daxwaz jî ji Hikûmeta Iraqê dikin ku bi erkê xwe yê yasayî û exlaqî rabe û bi rê bide rêxistinên navdewletî û tîma taybet a Neteweyên Yekgirtî ji bo lêkolînkirina di tawanên DAIŞê de (UNITAD), ji bo wê tawanê belge bike û berpirsên wê tawanê bêne dadgehkirin û qurbanî bêne qerebûkirin û tevahiya wan tawankarên li dijî xelkê Herêma Kurdistanê hatine kirin, wek jenosayd binasin.”
Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir: “Di dawiyê de, em bi rêz û hurmet serê xwe ji bo şehîd û qurbaniyên komkujiya Şengalê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Daxwazkar in bilez lêgerîn li kesên wendayî bê kirin û çarenivîsa wan were diyarkirin û xelkê Şengalê vegerin ser cihên bav û bapîrên xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin