Di Hilbijartinên Serokomariya Fransayê de rewsa dawî

10 April 2022 22:26 0 dîtin
Di Hilbijartinên Serokomariya Fransayê de rewsa dawî

PeyamaKurd-Li Fransayê hilbijartina serokomariyê ber bi kêliyên dawî ve diçe. Li welatê ku 48,7 milyon hilbijêr lê ne, ji bo 12 berendaman deng tên bikaranîn û kesê ku ji % 50 dengan derbas bike, dê 5 salan Fransayê bi rê ve bibe.

Hilbijartina Serokomariya Fransayê ji saetên sibehê ve berdewam dike û dengdayînên dawî dê li bajarên mezin werin temamkirin. Ger ku ji 12 berendamên serokomariyê kesek ji %50 derbas neke, di gera duyem de 2 berendamên ku herî zêde deng girtibin dê di 24ê Nîsanê de car din biçin hilbijartinê.