Encama Hilbijartina Serokomariya Somaliyê, ma gera duyemîn

15 May 2022 19:47 0 dîtin
Encama Hilbijartina Serokomariya Somaliyê, ma gera duyemîn

PeyamaKurd-Li Somaliyê ji ber ku di Hibijartina Serokomariyê de encam derneket, dengdayîn dê di gera duyemîn de were encamdan. Hat ragihandin ku dê li gorî mercên pêwîst, gera duyemîn jî îro were kirin.

Hilbijartin Serokomariya Somaliyê, li paytexta Mogadişuyê hat kirin. Ji ber ku di dengdayînê de kesekî ji 3yan 2yê dengan negirt, encam ma gera duyemîn. Hat zanîn ku di gera yekemîn de 329 parlementeran deng dane û di vê dengdayînê de Serokê Eyaleta Puntlandê Seîd Abdullahi Danî 65 deng girtine, Serokomar Muhamed Abdullah Fermacu 61 deng girtine, Serokomarê Berê Hesen Şêx Mehmûd 52 deng girtine û Serokwezîrê Berê Hesen Elî Xeyrî jî 48 deng girtine.

Hat ragihandin ku heger berendamek ji vê pêşbaziyê paşve venekişe, 4 kesên ku di gera yekemîn de dengên herî zêde girtine, dê car din bikevin pêşbaziyê.