Çapemeniya Sûriyeyê: Amerîka navbeynkariya HSDê û Tirkiyeyê dike

14 May 2019 11:42 0 dîtin
Çapemeniya Sûriyeyê: Amerîka navbeynkariya HSDê û Tirkiyeyê dike

PeyamaKurd -  Amerîka navbeynkariyê hikûmeta Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dike û armanc bicîhkirina seqamgiriya Rojavayê Kurdistanê ye.

'TIRKIYE Û HSDÊ GUFTÛGOYAN DIKIN'

Li gor nûçeya çapemeniya giêdayî rejîma Sûriyê, Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest bi guftûgoyan kirine.

Li hev nêzîkbûna Tirkiyê û HSDê bi çavdêriya Amerîkayê ve birêve diçe û li gor çapemeniya girêdayî rejîma Sûriyê amaje pê dike, heta naha negehiştine asta danustandin û guftûgoyên rasterast.

'AMERÎKA JI HSDÊ DIXWAZE KU HINEKÎ NERM TEVBIGERE'

Rojnameya El Wetan ya girêdayî rejîma Sûriyê ku xwe dispêrê çavkaniyekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, ku Amerîka fişaran li HSDê dike daku hinekî din nerm tevbigere.

Di van demên dawiyê de îdia hene ku kurdên Sûriyê bi Enqerê re car din peywendiyan datînin.

Berdevkê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Salih Muslim ragihandibû ku Rêveberiya Rojava û Bakurê Sûriyê ji aliyekî ve peywendiyên xwe yên bi Amerîkayê re didomîne, ji aliyê din ve jî bi dewletên din re ji bo dahatuya herêmê di nava hewildanên dîplomatîk de ye.