Seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Pelosi dest bi hevdîtinên li Ermenistanê kir

18 September 2022 01:33 0 dîtin
Seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Pelosi dest bi hevdîtinên li Ermenistanê kir

PeyamaKurd - Seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi dest bi hevdîtinên li Ermenistanê kir. Seredana Pelosi li ser şerê navbera Ermenistanê û Azerbeycanê ye û ji ber wê jî gihaye payîtexta Ermenistanê Yerîvanê. Bi Pelosi re serokê komîta enerjiyê û karên bazirganî yê meclisa nûneran Frank Palone, endamên meclisê Anna Eshoo û Jackie Speier hene.

Piştî seredana Almanya,Pelosi çû Eremenistanê û li balafirgeha Yerîvanê ji aliyê serokê meclisa netewî ya Ermenistanê Alen Simonyan û serkonsula Amerîkayê ya Yerîvanê Lynne Tracy de hat pêşwazîkirin. Li Yerîvanê hêzên ewlehiyê di asta bilind de tedbîran sitendin.

Di malpera serokê meclisa Amerîka ya Pelosi de hat ragihandin ku piştî Ermenistan serxwebûna xwe sitendiye heya niha, di asta herî bilind de ji Amerîkayê Nancy Pelosi seredana Yerîvanê kiriye. Pelosi di ser hesabê xwe yê medya civakî de jî parvekirinekî weha kir:

“Damezrênerên Amerîkayê bapîrên Amerîkayiyan di şûna dîktatoriyê de demokrasiyê hilbijartin. Ji neslekî ji bo neslekî dinê, me hilbijartinan parast. Ji Amerîka heya Ukraynayê, ji Taywanê heya Ermenistanê dinya bi hilbijartinekî di navbera demokrasiyê û dîktatoriyê de rû bi rû ye û divê car din em demokrasiyê hilbijêrin.”

Li gor bernama Pelosiyê, wê Pelosi bi serokê meclisa Ermenistanê Alen Simonyan û serokwezîrê Ermenistanê bi Nikol Paşinyan re hevdîtinan bike.