Ji Pûtîn agahiyeke balkês li ser ketina helîkoptera Reîsî

26 May 2024 11:41 0 dîtin
Ji Pûtîn agahiyeke balkês li ser ketina helîkoptera Reîsî

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser ketina helîkoptera serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di civîneke rojnamevanî ya ligel serokê Belarûsê de, agahiyeke balkêş da raya giştî.

Li gorî nûçeya kanala El Erebiye, Pûtîn zanyariyên nû û yên nehatine bihîstin li ser ketina xwarê a helîkoptera Serokomarê Îranê eşkere kir.

Vladimir Putîn gotiye, hevalên Serokomarê Îranê, du helîkopterên Rûsyayê bikar anînane ku di heman dem û heman wextê de li wê herêmê di geşta wî de pê re bûn.

Lê Pûtîn got ku helîkopterên Rûsyayê bê pirskirêg kar kirine û yên di nav helîkoptera Rûsyayê de bûn bê pirsgirêk di wê hewayê de geşta xwe kirine.

Di heman demê de Serokdewletê Rûsyayê ragihandiye, piştî can mirina serokomarê Îranê têkiliyên Rûsyayê bi Îranê re nehatine guhertin.

Hêjayî gotinê ye, rayedarên Îranê ragihandibûn ku ji ber dorpêç û ambargoyên Amerîkayê li ser balafirvaniya sivîl û helîkoptera Reîsî bi sedemên teknîkî ketiye xwar û Amerîka hatibû tawanbarkirin.