Ji Pûtîn biryarnameyeke balkês: Wê leskerên kirêkirî sonda dilsoziyê bixwin!

27 August 2023 16:37 0 dîtin
Ji Pûtîn biryarnameyeke balkês: Wê leskerên kirêkirî sonda dilsoziyê bixwin!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, piştî ketina balafira Serokê Koma leşkerên kirêkirî Wagner Yevgeniy Prigojin bi çend rojan û mirina wî, biryarnameyeke balkêş derbarê komên leşkerên bi pere de îmze kir.

Di biryarnameya ku ji aliyê Pûtîn ve hatiye îmze kirin de, tê gotin wê êdî leşkerên kirêkirî yên girêdayî komên çekdar, sonda dilsoziyê bixwin. Li gorî biryarnameyê wê ew leşker li ber ala Rûsyayê sonda dilsozî û pabendbûnê bixwin.

Hêjayî gotinê ye, koma Wagner 24ê Hezîrana borî li hember Pûtîn serî hildabû û piştî du meh derbas nebûn jî balafira ku Prîgojîn û fermandarên Wagnerê tê de bû, li nêzîkî Moskowê ket û her deh kesên di balafirê de mirin.

Tê gotin ku balafira Prîgojîn bi fermana Pûtîn hatiye xistin, lê belê Kremlîn vê yekê red dike.