Çekdarên ser bi Tirkiyê êrîs birin ser hêzên Minbicê

30 October 2018 00:35 0 dîtin
Çekdarên ser bi Tirkiyê êrîs birin ser hêzên Minbicê

PeyamaKurd - Grûpên çekdar yên ser bi Mertala Firatê (Artêşa Tirkiyê) li Sûriyê êrîşî çend nuqteyên Encûmena Serbazî ya Minbicê kirin.

Encûmena Serbazî ya Minbic bi daxuyaniyekê ragihand, ku grûpên Mertala Firatê êrîşî çend pêgehên wan kirine.

Li gorî daxuyaniyê, grûpên çekdar li ser xeta temasê, li nêzîkî bajarokê Irême û her du gundên Kirêdiye û Hemran, provokasyonên xwe zêde dikin.

Di daxuyaniyê de, Encûmena Serbazî ya Minbic da zanîn ku di encama êrîşa hêzên Mertala Firatê de, jineke ku li nav zeviyên xwe yên zeytûnan bû, bi giranî birîndar bûye.