Berdevkê HSDê: Gefên Tirkiyê cidî ne, hêzên me ji bo têkbirina her êrîsekê amade ne!

29 May 2022 16:03 0 dîtin
Berdevkê HSDê: Gefên Tirkiyê cidî ne, hêzên me ji bo têkbirina her êrîsekê amade ne!

PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Aram Hanna li ser gefên operasyonê yên Tirkiyê daxuyanî da malpera fermî ya Rêveberiya Xweser û diyar kir ku ew wan gefan cidî dibînin û hêzên wan ji bo têkbirina her êrîşekê amade ne.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Aram Hanna da xuyakirin ku ew ê bersiva her êrîşekê bidin û got: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gor peymana agirbestê di sala 2019an de ji xetên rûbirûbûnê yên ser sînor vekişiyabûn lê niha hêzên me ne dûr in û ji bo têkbirina her êrîşeke ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne."

Hanna di dewamê de jî diyar kir: "Tîmên çavdêrî û keşfê hatine agahdarkirin ji bo şopandina rewşa meydanî û şandina raporan derbarê her pêşketinekê de li ser xeta sînor, da ku hêzên navdewletî, çi hêzên çekdar ên Rûsî yan Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ji rewşa navçeyê bên agahdarkirin ji bo dîtina mekanîzmayeke hevpar ji bo rê li her êrîşekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin."

Hêjayî bibîrxistinê ye, Tirkiyê bi hinceta girêdana HSD/YPG/PYDê bi PKKê re 20ê Kanûna 2018an ligel komên çekdar êrîşî Efrînê kiribû û 18ê Adara 2019an jî Efrîn hatibû dagirkirin.

Piştre jî 10ê Cotmeha 2019an artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê operasyoneke leşkerî li Girê Spî û Serê Kaniyê dabûn destpêkirin û 17ê Cotmehê jî bi lihevkirineke agirbestê bi navbeynkariya Amerîkayê herdu navçe hatibûn dagirkirin.