Kino Gabriel: HSD gefên Tirkiyê cidî dibîne û wê berevaniyê bike

06 October 2019 17:48 0 dîtin
Kino Gabriel: HSD gefên Tirkiyê cidî dibîne û wê berevaniyê bike

PeyamaKurd - Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kîno Gebriel, li ser gefên dawî yên Tirkiyê bo êrîşkirina ser Rojava got, "Amerîka destêwerdana leşkerî red dike û HSD pêşwaziyê li helwesta wê dike û ligel Washingtonê di hevahengiyê de ye."

Gabriel herwiha da zanîn: "HSD bi cidî li gefên Tirkiyê dinêre, ku ji çend salan ve, ew gef hene, lê di heman demê de jî HSD ji bo her egereke pêşbînîkirî amade ye ku berevaniyê di ber gelê Sûriyê de bike"

Gebriel ji medya Kurdistanê re got, "Derbarê çareserkirina kêşe, pirsgirêk û nakokiyan li navçeyê, berdewam HSDê daxwaza aştî, çareya siyasî, danûstandin û diyalogê dike, ji ber ku şer û pevçûn ji bilî wêranî û azarên bêhtir encam nadin, lewma HSD li ser pêwendiyên erênî rijd e, lê eger şer li ser wê bê sepandin, ew dê berevaniyê di ber gel û navçeyên xwe de bike."

Li ser helwesta Amerîkayê jî Kîno Gebriel got: "Hevpeymaniya Navdelwetî bi giştî û Amerîka bi taybetî, berdewam daxwaza pêgihiştina azadiyê, ji bo gelê Sûriyê û avakirina sîstemeke demokratîk dikir, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku piştgiriya HSDê di şerê DAIŞê de kir."

Gebriel destnîşan kir, "Amerîka destêwerdana leşkerî red dike û HSD pêşwaziyê li helwesta wê dike û ligel Washingtonê di hevahengiyê de ye."

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 5ê Îlonê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû: "Pirsa me bo hevpeymanên me gelekî zelal e, gelo hun rêxistina terorîstî PKK/YPGê dinasin an na, ku hewl didin bi navê HSDê veşêrin. Me amadekariyên xwe kirine û plana operasyonê temam kiriye, me fermanên pêwîst dane. Dema biryar dan û destpêkirina operasyonê hewqasî nêzîk e ku dikarin bibêjin îro û sibe ye. Hem ji bejayî û hem ji esman wê operasyonê dikin."