HSDê bi hinceta sîxurtî ji bo Tirkiyê kirine 3 kes girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li rojhilatê bajarê Girê Spî yê Rojvayê Kurdistanê bi tohmeta hevkariya bi îstixbarata Tirkiyeyê re 3 kes girtin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye, îstixbarata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi tohmeta hevkariya bi îstixbarata Tirkiyeyê re li gundê Hemirê 2 û li gundê Nîtonê jî kesek hatine girtin û ew kes birine ajansa ewlehiyê ya HSDê.
SOHRê daye zanîn ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Rojavayê Kurdistanê bi hevkariya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Reqayê du rojan berê li dijî şaneyên DAIŞê operasyona pêk anîbû û fermandarek û 3 çekdarên DAIŞê hatibûn girtin.
Hatiye diyarkirin, kesên hatine girtin bi pêkanîna operasyonên sûîqestê li dijî sivîl û şervanan têne sûcdarkirin û ew birine navendeke ewlehiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin