110 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de ne sibê serbest tên berdan

30 January 2025 11:43 0 dîtin
110 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de ne sibê serbest tên berdan

PeyamaKurd – Hamasê lîsteyek ku tê de navên 110 girtiyên Filistînî hene ku biryar e sibê ji aliyê Îsraîlê ve di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan de bên berdan, weşand.

Hamasê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku wê sibê 110 Filistînî ji girtîgehên Îsraîlê bên berdan.

Li gorî daxuyaniyê, ji Filistîniyên ku wê sibê bên berdan 30 jê zarok, 32 mehkûmên cezayê muebbetê û 48 mehkûm jî bi cezayên giran ên girtîgehê ne.

Hat ragihandin ku 17 mehkûmên Filistînî yên ku cezayê muebbetê li wan hatiye birîn û 3 kesên ku cezayên giran ên hepsê girtine wê ji Filistînê bên şandin.

Lîwayên Îzzeddîn El-Qassam, baskê leşkerî yê Hamasê, berî niha navên 3 girtiyên Îsraîlî eşkere kiribûn ku ew ê sibe di çarçoveya rêkeftina agirbestê û pevguhertina girtiyan de serbest berdin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tûgayên Qessam roja Pêncşemê di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan a ji bo lehiya Eqsayê de wê girtiyên siyonîst (îsraîlî) yên bi navê Arbel Yehud, Agam Berger û Gadî Mûsa serbest berdin."

Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku lîsteya girtiyên Îsraîlî yên ku wê sibê bên berdan ji Qeter û Misirê yên navbeynkarên agirbesta Xezzeyê û peymana pevguhertina girtiyan hatiye wergirtin.

Di gera duyemîn a pevguhertina Hamas û Îsraîlê de ku di çarçoveya peymana agirbest û pevguhertina girtiyan de li Xezzeyê, serbest berdana girtiyê bi navê Arbel Yehud bû sedema krîzê.

Bi hewildanên navbeynkaran (DYA, Qeter û Misir) aliyan li hev kirin ku sibe gereke din a pevguhertina girtiyan li dar bixin.