122 sal di ser yekem rojnameya Kurdî 'Kurdistan' re derbas dibe

22 April 2020 10:09 0 dîtin
122 sal di ser yekem rojnameya Kurdî 'Kurdistan' re derbas dibe

PeyamaKurd - Rojnamevaniya Kurdî îro kete 122 saliya xwe. Cara yekem di sala 1898an de, di rojeka weka îro de, an di 22 nîsanê de rojnameya Kurdistan li bajarê Qahîre ya Misrê ji aliyê Miqdad Mîthad Bedrixan de hat weşandin.

Rojnameya pêşîn a kurdî, Kurdistan, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alîyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhad Bedirxan ve hat derxistin. 75 salan piştî derketina vê rojnameyê, di 1973an de li Herêma Kurdistanê, 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.

Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmar derketiye. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxist, lê ji ber zordestiya dewleta osmanî Miqdat Midhet Bedirxan nema karibû derxista, ji ber wê birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir. Ebdurrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsreyê û Brîtanyayê dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir. Rojnameya Kurdistanê, li ser hev 31 hejmarên wê derketine.

Dîroka rojnamevaniya Kurdî de beşa herî girîng a gelê kurd ya sedsala me ye. Bi derxistina rojnameyên Kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî ya modern dest pê kir.

Malbata Bedirxanîyan piştî rojnama Kurdistanê de gelek rojname û kovarên dinê jî birêvebirin û barê rewşenbiriyê jî dan ser milên xwe. Kurd Tewaun û Terraqî, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Hawar, Ronahî, Stêr û Kurdish Bulten saha xebatên wan in.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi sedan kovar û rojnameyên Kurdan derketine lê her dem dewletên desthilatdar li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng; zilm û zoreke nedîtî li wan kirin e. Di vî warî de zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigrin heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e.

Îro jî gelek rojnamevanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji ber nûçeyên xwe, ji ber fikr û ramanên xwe girtî û beşek ji wan jî tê darizandin.  Ji ber vê yekê, rojnamevaniya Kurdî ji alîyekê ve jî neynika têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.

Em wekî malbata PeyamaKurd bi helkefta Roja Rojnamevaniya Kurdî, hemû kedkarên rojnamevaniya Kurdî ku di vê rêyê de bûne qurbanî bibîr tînin û ji rojnamevanên kurd yên li ser erka xwe jî asankariyê dixwazin û dibêjin Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz be.


Nêçîrvan Barzanî 122 saliya Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir