Rojnameya Kurdî ya yekemîn ''Kurdistan'' 123 sal berê îro hat derxistin
PeyamaKurd – Îro 22yê Nîsanê, 123yemîn salvegera yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê “Kurdistan” e.
Hejmara yekemîn ya rojnameya Kurdistanê, di roja 22yê Nîsana 1898an de, li paytexta Misrê-Qahîrê û ji aliyê zanayê kurd Mîqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameya Kurdistanê, îro ji aliyê hemû dezgehên Kurdî û herwiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve weke destpêka rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.
Rojnameya Kurdistanê 31 hejmar weşand. Ji hejmara yekemîn, heta ya pêncemîn li Qahîrê derket, ji hejmara 6 heta 19 li bajarê Cenev a Swîsrê, ji 20 heta 23 dîsa li Qahîrê, hejmara 24 li Londonê, ji hejmara 25 heta 29 li Almanya û 30 û 31 jî dîsa li Cinêvê hat derxistin.
Hejmara 31, çapa dawî ya Rojnameya Kurdistan bû û piştî wê tu hejmareke din derneket û weşana wê bi dawî bû.
Hêjayî gotinê ye, Parlamentoya Kurdistanê do 22yê Nîsanê wekî Roja Rojnamevaniya Kurdî diyar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin