15emîn Pêsangeha Pirtûkan a Hewlêrê ji ber Covid-19ê hat pasxistin

06 March 2020 12:27 0 dîtin
15emîn Pêsangeha Pirtûkan a Hewlêrê ji ber Covid-19ê hat pasxistin

PeyamaKurd– 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan ya Hewlêrê ji ber virusa koronayê (Covid-19) hat paşxistin.

Li Herêma Kurdistanê roj bi roj tevdîrên li hember belavbûna nexweşiya Covid-19êango koronayê tundtir û zêdetir dibin.

Rêveberiya Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ragihandiye, di çarçoveya tevdîrên li hember belavbûna nexweşiya Koronayê de, biryar hat dayîn 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan ya Hewlêrê were paşxistin.

Di daxuyaniya rêveberiya pêşangehê de ji tevahiya xwedan dezgehên çap û weşan, rewşenbîr û pirtûkxwanan lêborîn hatiye xwastin û hatiye gotin, tevahiya wan tedbîran bo parastina tenduristiya civakê û welatiyan e. Ew ê di demek nêzîk de pêşangehê vekin.

Biryar bû 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan ya Hewlêrê hefteya bê were vekirin.